Li Silêmaniyê 10 kes bi nexweşiya kolerayê ketin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Silêmaniyê 10 kes bi nexweşiya kolerayê ketine û li nexweşxaneyan têne tedawîkirin.
Li gorî daxuyaniya Cîgirê Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Hêriş Seyid Selîm, piştî zêdebûna haletên zikçûn û verîşînê, testa nexweşan hatiye kirin û ji bo piştrastkirinê ji Bexdayê re şandine û derketiye holê ku 10 kes bi nexweşiya kolerayê ketine.
Hate ragihandin ku kesên bi kolereyê ketine di bin çavdêriya bijîşkî de ne û daxwaz ji welatiyan hate kir, pabendî rênimayên tenduristiyê bibin û ji bo pakiya xwarinan baldar bin.
Dr. Hêriş gotiye, dermanên pêwîst ji bo nexweşiya kolerayê hatine dabînkirin û ji Wezareta Tenduristiyê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî hatiye xwestin ku ji bo zêdekirina testan û kontrolkirina çavkaniyên avê hevkariyê bikin.
Ev nivîs 210695 car hatiye xwendin.