Li Silêmaniyê 56 kesên bi kolerayê ketine hatin tomarkirin

Li Silêmaniyê 56 kesên bi kolerayê ketine hatin tomarkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê zêdetirî 50 kesên bi nexweşiya kolerayê ketine hatin tomarkirin.

Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî eşkere kir ku 10 haletên kolerayê li taqîgeha Bexdayê hatine piştrastkirin ku li Silêmaniyê bi kolerayê ketine û niha li cem wan jî 56 haletên pozîtîf ên kolerayê derketine.

Îro danê sibehê jî Tenduristiya Silêmaniyê ragihandibû ku di çend rojên dawî de, zêdetî 4 kesan ji ber îshalê serî li nexweşxaneyan dane.

Herwiha Parêzgarê Silêmaniyê jî hişyariya xweparastina ji kolerayê daye welatiyan û gotiye: “Em ji aliyên pêwendîdar daxwaz dikin alîkar bin, da ku em bikarin rûbirûyî vê rewşa tenduristiyê bibin, ku li ser tenduristiya giştî û her kesî, gef e.”

Ev nivîs 210726 car hatiye xwendin.