Li wî welatî, vîrûsa kujer bû sedema metirsiyê!
PeyamaKurd- li welatên Afrîkayê yên Tanzanya û Gineya Ekvatorî, vîrûsa kujer a Marburgê hat dîtin û ji ber vê yekê jî Welatên Kendavê ji welatiyên xwe xwestin ku serdanên xwe yên li van deveran paşve bixin.
Wezareta Karên Derve ya Îmaratê, li ser vê metirsiyê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got: " Em welatiyên Îmaratê şîret dikin ku geştên xwe yên Tanzanya û Gineya Ekvatorîal ên ku vîrûsa Marburgê lê tê dîtin, paşve bixin."
Ev nivîs 210707 car hatiye xwendin.Di daxuyanîya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Kuweytê ve hat dayîn de jî bang li Tanzanya û Gineya Ekvatorî hat kirin ku heta vîrûsa Marburgê bê kontrolkirin, ji sefera van herdu welatan dûr bisekinin.