Meşa desteka xebatkarên tenduristiyê li Londrayê hat kirin
PeyamaKurd – Li payîtexta Îngîltere li Londrayê bi sedema zêdekirina mehaneyên xebatkarên tenduristiyê lihev nekirin, xebatkar dest bi grevê kirin û rêxistina bi navê SOS NHS bi meşê destekê da xebatkarên di grevê de. Xwepêşandêr pankartên ku sloganên daxwazên wan diyar dikirin bilind kirin. Polîs tedbîrên zêde sitend.
Di meşê de gelek kes ji doktor, hemşîre, sendîka û parlementerên partiya karkeran yên muxalefetê hebûn. Xebatkarên tenduristiyê mehaneyên di bin enflasyonê de qebûl nakin û greva wan dewam dike. Doktorên pratisyen bi sedema li ser mehaneyan lihev nakin, wê di 13 ê adarê de ji bo 3 rojan grevê bikin.
Wezîrê tenduristiyê yê Îngîltere Steve Barclay, berya grevê di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand:
“Em doktorên pratisyen di mijara zêdekirina mehaneyan de dawetî hevdîtinên erênî dikin.”
Doktorên pratisyen jî dibêjin ku ji bilî grevê ti çara wan nemaye.
Ev nivîs 210712 car hatiye xwendin.