Otela ser deryayê ya penaberan ji ber nexweşiyê hat valakirin

Otela ser deryayê ya penaberan ji ber nexweşiyê hat valakirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin otela ser deryayê ya Brîtanyayê ku ji bo vehewandina penaberan hatiye çêkirin, ji ber peydabûna nexweşiyê li nav kesên di keştiyê de hate valikirin.

Li gorî nûçeya medya Brîtanî, di keştiyê de bakteriyek peyda bûye ku niha pişkinînên pizîşkî li ser têne kirin, lê heta niha li ser ti kesekî nîşaneyên wê nexweşiyê xwe nedane der.

Ger testên pizîşkî paqij derkevin dê penaber car din bo keştiya otel a bi navê Bibby Stockholmê bên veguhestin.

Tê gotin bakteriya ku peyda bû piştre dibe sedema tagirtinê û bandorê li ser gelek organên din jî dike ku nexweş heta pê dimirin.

Keştiya Bibby Stockholm Brîtanyayê di çarçoveya plana veguhestina 50 hezar koçberan bi mesrefa kêmtir, hatiye çêkirin û tê çaverêkirin 500 penaber wekî otel tê de bimînin.

Ev nivîs 210704 car hatiye xwendin.