Rêjeya mirinan herî kêm li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê ye

Rêjeya mirinan herî kêm li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê ye

PeyamaKurd – Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) li gorî bajaran hejmara mirinan a 2022yan eşkere kir.

Li gorî rapora TUÎKê di nav 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de, mirinên herî kêm li Şirnex, Colemêrg, Wan û Batmanê çêbûne, Piştî wan bajaran jî bajarên Sînop, Kastamonu, Edirne û Kirklarelî yên Tirkiyê tên.

Li gorî amarên TUÎKê li Şirnexê ji her hezar kesî 2,4 kes, li Colemêrgê ji her hezar kesî 2,5 kes, li Wanê ji her hezar kesî 2,9 kes û li Batmanê ji her hezar kesî 3 kes mirine. 

Nexweşîyên bûne sedema mirinan jî gera xwînê, penceşêr, krîza dil û nexweşiyên din hatine nîşandan.

Dîsa li gorî amarên TUÎKê Amarên TUIKê %54,6ê kesên mirine mêr û %45,4ê wan jî jin in. TUIKê eşkere kiriye ku hejmara mirinên ku di sala 2022yan de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çêbûne 504 hezar û 839 kes in.

Li gorî heman amaran di sala 2021ê de 566 hezar û 485 kes mirine û di sala 2022yan de jî 504 hezar û 839 kes mirine.

Ev nivîs 210704 car hatiye xwendin.