Rêxistina Tenduristiya Cîhanê hişyarî da: Nîvê nifûsa dinyayê…

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê hişyarî da: Nîvê nifûsa dinyayê…

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da ku nîvê nifûsa dinyayê di bin metirsiya vîrusa pêvedana kelmêşan a bi navê dang de ye.

Serokê beşa nexweşîyên tropîkal a WHOyê Raman Velayudhan, di civîna rojnamevanî ya li navenda WHOyê ya Cenevê li dar xist de, bal kişand ser zêdebûna haletên vîrûsa dangê û ragihand, di navbera salên 2000-2022 de, tûşbûyên dangê bi qasî 8 caran zêde bûne.

Berpirsê WHOyê got ku nîvê nifûsa dinyayê di bin xeteriya rûbirûbûna vîrusa dangê de ye û ew vîrus bandorê li 129 welatan dike ku rojane nêzî 100 û 400 milyon haletên dangê têne tomarkirin.

Vîrûsa Dang ji ber pêvedana kelmêşan peyde dibe û nexweşîyeke cidî ye ku enfeksiyona nexweşiyê ji kesan derbasî kesên din jî dibe.

Ev nivîs 210702 car hatiye xwendin.