Şewba Ebolayê, car din vegeriya!
PeyamaKurd- Şewba Ebolayê ya ku li Ugandayê belav dibe, gihîşt paytexta Kampalayê. Hat ragihandin ku ji ber vê belavbûna bi lez, li hin herêman qedexeya derketina kolanan hatiye ragihandin.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokê Dewleta Ugandayê Yoweri Museveni ve hat dayîn, ji 20ê Îlonê û heta niha şewba Ebolayê belav dibe. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber vê xetereyê, cihên îbadet û şahiyê hatine girtin.
Museveni da zanîn ku ji ber vê belavbûna bi lez, li herêmên Mubende û Kassandayê jî qedexeya derketina kolanan hatiye ragihandin.
Museveni ragihand ku ji bo herdu herêman jî dê heta 21 rojan çûnehat qedexe be û dê bergir rojek beriya rojeke din werin pêkanîn. Her wiha hat diyarkirin ku ev bergir, dê ji bo pêşîlêgirtina Ebolayê, bergirên derbasdar bin.
Ev nivîs 210716 car hatiye xwendin.