TTB: Li herêma erdhejê nexweşîyan dest pê kiriye

TTB: Li herêma erdhejê nexweşîyan dest pê kiriye

PeyamaKurd - Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) li ser rewşa welatiyên mexdûrên erdhejê ku ji 6ê Sibatê ve li derve ne û di bin şert û mercên giran de dijîn, civîneke online a nirxandinê saz kir.

Di civîna ku îro 13ê Sibatê hat sazkirin de, Seroka Encûmena TTBê Şebnem Korur Fincanci û hejmarek endamên TTBê beşdarî kirin.

Serokê Duyem ê TTBê Ali Ihsan Okten, diyar kir ku pirsgirêka derman û alavên pizîşkî zêde ye û ji ber ava paqij nîne nexweşîyên wekî bûyerên nexweşiya zikçûnê çêdibin. Okten da zanîn, ji bo rê li nexweşiyan bê girtin divê kar û xebat bên zêdekirin.

Endamê Encûmena Hatayê ya TTBê Onur Naci got ku li herêma erdhejê pirsgirêkên wek cihê starê, xwegermkirin, tiwalet û gemarê berdewam in û ti xebatek nîne ku ev pirsgirêk bên çareserkirin.

Naci bibîr xist: “Destpêkê me karê tenduristiyê li nav çadiran birêve bir û nêzîkî 400 serlêdan çêbûn û her diçe jî zêde dibin. Li parêzgehê yek nexweşxaneya taybet maye ku neherifî ye. Lê Wezareta Tenduristîyê fermanek daye ku kesên xwebexş kar nekin.”

Herwiha Seroka Encûmena TTBê Şebnem Korur Fincanci jî ragihand ku wan di 11ê Sibatê de ji bo Wezareta Tenduristîyê ya Tirkiyê nameyek şandiye û bal kişandine ser tenduristiya dayik û zarokan ku herî zêde di encama erdhejê de rûbirûyî zehmetiyan bûne.

Ev nivîs 210716 car hatiye xwendin.