UNICEF: COVID-19ê, baweriya bi derziyên zarokan kêm kir
PeyamaKurd- Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku di serdema COVID-19ê de li seranserê cîhanê baweriya bi derziyên zarokan kêm bûye.
Di raporta UNICEFê ya bi navê "Rewşa Zarokên Cîhanê 2023: Derzîlêdana Her Zarokan" de daneyên derzîlêdana zarokan û rewşa pêbaweriyê hat parvekirin.
Li gorî raportê, di navbera salên 2019 û 2021an de 67 milyon zarok nehatine derzîkirin, 48 milyon zarok jî ji bo derzîlêdanê nehatine qeydkirin.
Di raporê de hat ragihandin ku faktorên sereke yên kêmkirina rêjeya derzîlêdanê ya zarokan, pergalên tenduristiyê yên di bin zextê de kêmbûna çavkaniyan û veguhestina wan ji bo cihên din, nakokî û kêmbûna baweriyê ne.
Hat diyarkirin ku derzîlêdana zarokan, di heyama COVID-19ê de ji % 44 kêm bûye.
Her wiha hat eşkerekirin ku ji 55 welatên ku lêkolîn lê hatiye kirin li 52 welatan feraset û baweriya bi girîngiya derzîlêdana zarokan kêm bûye.
Ev nivîs 210703 car hatiye xwendin.