Wezareta Tenduristiyê biryara doza çarem a derziya koronayê da
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, derbarê lêdana derziya koronayê de biryarek der kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê îro Duşemê bi daxuyaniyekê ragihand, ji bo berjewendî û tenduristiya giştî ya welatiyan, biryar hatiye dayîn ku doza çarem a derziya Covid-19 ji bo zarokên ji pênc salî mezintir were lêdan.
Wezaretê herwiha daye zanîn ku wergirtina doza çarem a derziya Koronayê wê bi dilxwazî be û ji bo hemwelatiyên dixwazin werbigirin were peydekirin.
Ev nivîs 210736 car hatiye xwendin.