WHO: Di 10 salan de zêdetirî 2,5 milyon kes di avan de xeniqîn
PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku di nav 10 salên dawî de, zêdetirî 2,5 milyon kesan di nav avan de can daye.
Di rapora WHOyê ya bi minasebeta 25ê Tîrmehê Rojava Rêgiriya Xeniqîna nav Avan a Dinyayê de, hate gotin, heger di serdema zaroktiyê de zarok ji bo avjeniyê bên perwerdekirin, dê bi milyonan can di demên pêş de bên rizgarkirin.
Hate eşkerekirin ku her sal bi giştî 236 hezar mirov di nav avan de dixeniqin û mijara xeniqînê jî wekî kêşeya tenduristiya civakî hate binavkirin.
Hate diyarkirin ku di nav deh salên dawî de, herî zêde bûyerên xeniqînê li welatên hejar û xwedî dahata kêm rû dane û rêjeya herî zêde jî zarokên 1-9 salî ne.
WHOyê da zanîn ku heger ji bo vê pirsê veberhênan bê kirin, dê heta sala 2050yî zêdetirî 774 mirov ji xeniqandinê bên rizgarkirin û pêşiya wê bê girtin.
Ev nivîs 210697 car hatiye xwendin.