WHO: Di Kûpa Dinyayê de (2022 FİFA) mîza devê venexwun

WHO: Di Kûpa Dinyayê de (2022 FİFA) mîza devê venexwun

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Dunyayê WHO li ser belavbûna vîrusa MERSê ku ya devêye, piştî li dinyayê belav bû, hişyariyê da ew kesên ku ji bo Kûpa Dunyayê diçin Qatarê da mîza devê venexwun. WHO yê got; eger mirov destê xwe bide devê an mîza devê vexwe an goştê devê bixwe, bêguman talûke heye û herkes dikare pê nexweş bikeve.

WHO yê got ku MERS an ku Grîba Devê ji Kovid-19ê talûketir û xwurttire û rêxistin endîşe dike ku vîrusa MERSê belav bibe. Ji ber ku îsal Kûpa Dunyayê ya FİFA 2022 li welatê Qatarê çêdibe û jimara devên Qatarê jî gelekin, WHO yê ji bo wan kesên ku diçin 2022 FİFA yê, xwest ku kes goştê devê nexwe, destê xwe bi devê neke, goştê devê nexwe û mîza devê venexwe.

Di nav alema Ereban de, mîza devê weka şîfa tê qebûlkirin û herkesê derfeta wî hebe ji bo dermane, mîza devê vedixwe.

Doktorên dinyayê ji bo vîrusa MERSê (Sendroma Rojhilata Navîn ya Nefesê) derman didin da semptoman sivik bikin û ji bo sîstema berxwedana bedenê xwurt bikin, têdikoşin. Esas dermanê MERS ê tine û ji her 100 nexweşên MERS ê 35 ê wan dimrin.

Ji ber ku îsal gelek kes ji bo maçên fûtbolê temaşe bikin ji Îngîltere û Amerîkayê diçin Qatarê û tê gotin dema dagerin welatên xwe, dikarin bi xwe re vîrusa MERS ê bibin welatên xwe û belav bibe.

WHO yê her weha ji bo kesên diçin Qatarê, hişyariya nexweşîna Çîçeka Meymûnê, Kovid, ta, sorik, zerika A,B, îshal û nexweşînên weka wan da xelkê.

Ev nivîs 210714 car hatiye xwendin.