WHO: Pêketiyên Covid-19 û Monkeypox li seranserê cîhanê kêm bûne
PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ragihand ku li gorî çavdêriyên wan li seranserê cîhanê pêketinên bi vîrusa korona (Covid-19) û sorika meymûnê (Monkeypox) kêm bûne.
Serokê WHOyê Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus, li Cenevê bi civîneke rojnamevanî rewşa dawî ya nexweşiyên Covid-19 û Monkeypoxê nirxand û got, mirinên ji koronayê ji meha Sibatê ve ji sedî 80 zêdetir kêm bûne, lê ew nikarin garantiya wê bidin.
Herwiha Ghebreyesus, diyar kir ku di nexweşiya sorika meymûnê de jî kêmbûn hatiye tomarkirin, lê ew digel kêmbûna li Ewropa û Amerîkayê jî nikarin niha li ser pandemiyê gotina dawî bibêjin.
Ghebreyesus hişyarî jî da, ji bo ku pêşiya zêdebûna nexweşiyê bê girtin li hemû welatan test bêne zêdekirin û derzîkirin berdewam bike.
Ev nivîs 210736 car hatiye xwendin.