WHO: Piştî Covid-19ê, êşa weremê zêde bû!

WHO: Piştî Covid-19ê, êşa weremê zêde bû!

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) ve daxuyaniyek hat dayîn û hat diyarkirin ku piştî Covid19-ê, hejmara kesên ku bi êşa weremê ketine, ji milyonan derbas bûye.

Di daxuyaniya nivîskî ya WHOyê de hat ragihandin ku li gelemperiya cîhanê, ji sala 2021an bi vir ve ji 10 milyonan zêdetir kes bi êşa weremê ketine û dema ku ev rêje bi sala 2020an ve were beranberkirin, tê dîtin ku êş ji %4,5 zêde bûye.

Hat diyarkirin ku sala par 1,6 milyon kesan ji ber vê êşa weremê can dane û ji 450 hezar kesan zêdetir jî bi werema berxwedêr a ku derman jê re nabin çare, ketine.

Bi rêya daxuyaniyê hat eşkerekirin ku piştî Covid-19ê di sala 2020an de li seranserê cîhanê bandora xwe hişt, vê yekê jî bandora xwe li pêketiyên weremê kir ku pergala tenduristiya gerdûnî, giraniya xwe bide ser têkoşîna bi Covid-19ê û ev yek jî ketiye pêşiya teşhîs û dermankirina êşa weremê.

Ev nivîs 210728 car hatiye xwendin.