WHOyê bidawîbûna rewşa lezgîn a Covidê ragihand
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, ragihand ku rewşa lezgîn a gerdunî ya Covid19 bidawî bûye.
Ghebreyesus, piştî civîna 15emîn a komîteya rewşa lezgîn a tenduristiyê li cîhanê, îro 5ê Gulanê civîneke rojnamevanî li dar xist.
Sekreterê Giştî yê WHOyê ragihand, di civînê de pêşniyar hatiye kirin ku dawiyê li rewşa lezgîn a covid19 di asta cîhanê de bînin û wî jî ev pêşniyar qebûl kiriye.
Ghebreyesus got: “Ji ber vê sedemê bi hêviyeke mezin radigihînim ku rewşa tenduristiya lezgîn a Covid19 bidawî bûye. Lê ev nayê wateya ku li cîhanê gefa Covidê bidawî bûye. Sala borê Covidê serê her deqeyê 3 can standin û ev jî mirinên ku em dizanin in.”
Ev nivîs 210708 car hatiye xwendin.