WHOyê hişyarî da: Rewşa lezgîn a koronayê hîn berdewam e

WHOyê hişyarî da: Rewşa lezgîn a koronayê hîn berdewam e

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî 2 sal û nîvan hê jî rewşa lezgîn a vîrusa koronayê (Covid-19) dewam dike.

Di daxuyaniya WHOyê ya Komîteya Rewşên Lezgîn de ku ji pisporên serbixwe pêk tê, hatiye gotin ku hê jî fişara li ser kerta tenduristiyê ya koronayê berdewam e û ev jî tê wateya ku rewş hîn jî acîl e.

Komîteyê daye xuyakirin ku hejmara pêketinên bi koronayê di nav du hefteyên dawî de, ji sedî 30 li seranserê cîhanê zêde bûye, lê ji ber derzîkirinê hejmara nexweşên têne razandin li gorî hejmaran ne zêde ye.

Di daxuyaniya Berpirsê Giştî yê WHOyê Tedros Adhanom Ghebreyesus de jî hatiye destnîşankirin, dema ew dibêjin; “Covid-19 li ti deveran xelas nebûye, wate ew e ku dema vîrus bi ser me de tê em jî wê ji ser xwe bidin alî ye.”

Ev nivîs 210732 car hatiye xwendin.