WHOyê ji bo vîrusa ‘Xuriya Meymûnê’ rewşa awarte ragihand

WHOyê ji bo vîrusa ‘Xuriya Meymûnê’ rewşa awarte ragihand

PeyamaKurd - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji ber belavbûna vîrusa Xuriya Meymûnê (Monkey Pox) Rewşa Awarte ya Tenduristiya Gel a Navneteweyî (PHEIC) ragihand.

Berpirsê Giştî yê WHOyê Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus di civîna Komîteya Rewşên Awarte ya 21ê Tîrmehê de, li navenda WHOyê ya Cenevreyê diyar kir ku WHOyê heta niha ji 75 welatan zêdetirî 16 hezar haletên nexweşiyên Xûra Meymûnê piştrast kirine û da zanîn, ji ber vîrusê 5 kes jî mirine.

Ghebreyesus got, wî di civîna Komîteya Rewşên Awarte de guhdariya hemû nêrînên li ser rewşa xetereya vîrusê kir û wiha axivî: “Komîte negihîştiye lihevhatinekê ku belavbûna Xûra Meymûnê wek Rewşa Awarte ya Tenduristiya Gel a Navneteweyî bi nav bike.”

Ghebreyesus diyar kir, ji endamên Komîteyê 6 kesan ji bo ragihandina PHEIC dengên erênî dane lê 9 endaman dengê nexêr dane.

Ghebreyesus destnîşan kir ku her çend vîrus di asteke maqûl de li cîhanê belav bibe jî li Ewropayê pir zûtir belav dibe û ji ber van sedeman min biryar da ku Xûra Meymûnan wek Rewşa Awarte ya Tenduristiya Gel a Navneteweyî ragihînim.

Ev nivîs 210733 car hatiye xwendin.