WHOyê, qedexeya rêwîtiya li wî welatî dirêj kir

WHOyê, qedexeya rêwîtiya li wî welatî dirêj kir

PeyamaKurd- Komîteya Lezgîn a Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), bi hinceta ku xetereya nexweşiya felcê dewam dike, qedexeya rêwîtiya li Pakîstanê 3 mehan dirêj kir.

Di daxuyaniya ku li ser malpera Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hat dayîn de hat diyarkirin ku Pakîstan di têkoşîna li dijî felcê de xwedî kêmasî ye.

Rayedarên WHOyê destnîşan kir ku xetereya belavbûna felcê li Pakîstanê "Rewşa Awarte ya Tenduristiya Giştî ya Navneteweyî ye" û WHOyê biryar da ku qedexeya rêwîtiyê 3 mehan dirêj bike.

Her wiha rayedarên WHOyê diyar kir ku her çend zêdetirî 160,000 zarok li parêzgeha Khyber Pakhtunkhwa ya li bakurê rojavayê welêt hatine derzîkirin jî xetere ji ber "boykotkirina derziyan û fikarên ewlehiyê" li welêt dimîne.

Di çarçoveya kampanyaya rakirina felcê de ku di sala 1994an de hatibû destpêkirin, Pakîstanê di sala 2017an de salane ji 20 hezar bûyeran daxist 8an. Li Pakîstana ku piştî sala 2017an hejmara nexweşên felcê zêde bû, di sala 2018an de 12, di sala 2019an de 147, di sala 2020î de jî 84 bûyer hatin tespîtkirin. 

Ev nivîs 210688 car hatiye xwendin.