Boksorê Kurd di maça xwe de bi ser ket

Boksorê Kurd di maça xwe de bi ser ket

PeyamaKurd – Boksorê Kurd Alî Ehmedov di maça ku li Amerîkayê hat lidarxistin de bi têkbirina hevrikê xwe yê Kosta Rîkayî bû serkeftiyê maçê.

Boksorê bi eslê xwe Kurd ê 28 salî Alî Ehmedov ê ku li Qazaxistanê dijî, beşdarî maça boksê ya ku li bajarê herî mezin ê eyaleta Michiganê Detroit hat lidarxistin bû.

Alî Ahmedov di maça xwe de boksorê Kosta Rîka yê 40 salî Encarnacion Diaz têk bir.

Di nîva duyem a şerê di lîga giraniya navîn de, Alî Ehmedov beriya dema diyarkirî dijberê xwe têk bir.

 
Ev nivîs 98628 car hatiye xwendin.