Di Lîga Super a Tirkiyeyê de Galatasaray bû şampiyon

Di Lîga Super a Tirkiyeyê de Galatasaray bû şampiyon

PeyamaKurd - Di Lîga Super a Fûtbolê ya Tirkiyeyê de Galatasaray, li deplasmanê Tumosan Konyasporê 3-1 têk bir û bi 102 qalan bû şampiyona sezona 2023-2024an.

Galatasaray di xuleka 29 û 51an de bi forvetê xwe yê navdar Mario Icardiyê Arjantînî û di xuleka 53yan de bi Berkan Kutlu 3-0 kete pêş. Tekane gola Tumosan Konyasporê jî di xuleta 78an de ji aliyê Louka Prip ve hate avêtin û leyztik bi vê encamê bi dawî bû.

Galatasaray bi vê serkeftina xwe gellek rekoran jî şkand. Tîma Stenbolê bi berhevkirina 102 qalan hem rokora xwe ya berhevkirina qalên herî zêde û hem jî rekora tîma herî zêde qalan berhevkiriye ya Ewropayê şkand.

Tîma rikber ku li dû Galatasarayê ji bo şampiyoniyê têdikoşiya Fenerbahçe jî di 99 qalan de ma.

Tîma Fûtbolê ya Galatasaray ku serkeftîtirîn tîma Tirkiyeyê ye, bi vê şampiyoniyê hejmara kupayên xwe yên şampiyoniyê gihande 24an.

Galatasaray, sala çûyî jî sezonê bi şampiyoniyê temam kiribû.

Rahênerê tîmê Okan Burukê ciwan jî bi vê şampiyoniyê, wek rahêner, hejmara şampiyoniyên xwe gihande 3yan.  

Ev nivîs 97444 car hatiye xwendin.