Egera Cristiano Ronaldo neyê Bexdayê heye

Egera Cristiano Ronaldo neyê Bexdayê heye

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku wê leyztikvanê navdar ê Portekizî Cristiano Ronaldo ji bo maça Lîga Şampiyonan a Konfederasyona Fûtbolê ya Asyayê (AFC) ya ku wê di navbera tîma Erebistana Sihûdî Al Nassr û tîma Iraqê Er-Rabia de li paytexta Iraqê Bexdayê bê leyztin, neyê Bexdayê.

Rêveberiya Tîma Al Nassrê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku kaptanê tîmê Cristiano Ronaldo tûşî nexweşiyeke ku dişibe navêşê bûye.

Bizîşkê tîmê jî da zanîn ku ji ber nexweşiya xwe divê Ronaldo bêhna xwe vede.

Ev daxuyanî bû sedem ku li ser medyaya civakî agahiyên ku wê Cristiano Ronaldo di maça Al Nassr û Er Rabîa de neleyze belav bibin, lê belê Al Nassrê heta niha, di derbarê leyztin an neleyztina Ronaldo de daxuyaniyeke zelal belav nekiriye.

Al Nassrê, wêneyên rahênana tîmê ya duh   

Iraqî li benda Ronaldo ne

Ji aliyê din ve hezkiriyên Cristiano Ronaldo yên Iraqî li bendê ne ku stêrkê fûtbolê Cristiano Ronaldoyê ku payiza leyztikvaniya xwe dijî li Bexdayê temaşe bikin.

Hate ragihandin ku ji ber hatina Ronaldo, li ber holên bilêtfroş rêzên mirovan ên dûvûdirêj çêbûne, heta bi sedan kes ji bo bilêtan bi dest bixin, bi şevan li ber dergehên holan radikevin.

Her wiha hate gotin ku polêsê Iraqê jî ji bo maça ku wê li Stadyûma Bexdayê bê leyztin bergiriyên berfireh ên ewlehiyê wergirtiye.