EURO 2024: Fransa û Hollandayê bê gol maç bi dawî kirin
PeyamaKurd – Hollanda û Fransayê di pêşbirka duyemîn a Koma D ya Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê ya 2024an (Euro 2024) ku bi mazûvaniya Almanyayê tê kirin de hatin hemberî hev.
Di pêşbirka ku li Stadyuma Leipzigê hat lîstin de gola ku Hollandayê di deqîqeya 69emîn de avêt, ji ber offsaidê hat betalkirin.
Di pêşbirka ku stêrkê Fransayê Kylian Mbappe ji kursiya yedakan dişopand de, herdu tîm jî nekarîn ji pozîsyona xwe sûd werbigirin û maç bê gol bi dawî bû.
Di dawiya maçên duyemîn de Hollanda û Fransa her yek bi 4 pûanan di rêzên yekem de bûn.
Di tûrnûvayê de maça yekem a bê gol
Di EURO 2024 de maça Hollanda û Fransa bû yekem maça bê gol.
Fransaya ku di pêşbirkên ewil de Awûstûrya 1-0 têk bir û Hollanda ku Polonya 2-1 têk bir, piştî vê encamê her yek derket 4 puanan. Avusturya bi 3 puanan li pişt van her du tîman ma. Li aliyê din Polonya piştî du maçan nekarî pûanan bigre.
Pêşbirka Koma Dyê wê di 25ê Hezîranê de bi pêşbirkên Hollanda-Awisturya û Fransa-Polonya biqede.
Fransa neçar dimîne
Fransaya ku di dîroka xwe de du caran di salên 1984 û 2000an de şampiyoniya Ewropayê bi dest xistibû, ji 9 maçên dawî yên ku bi Hollandayê ra lîst di 8an da têk neçû.
Fransiyên ku di maçên navborî de li hember reqîbên xwe serdest bûn, 7 serkeftin û 1 wekhev bi dest xistin.
Şampiyonê EURO 1988 "Portakals" di 9 maçên dawîn de bi 2-0 di maça Lîga Neteweyên UEFAyê ya sala 2018an de hat lîstin de tenê serkeftina xwe bi dest xist.