EURO 2024 - Spanya û Îtalya derketin tûra din
PeyamaKurd – Spanya û Îtalya ku di Koma B de, ku tabloya xalan di Şampiyoniya Futbolê ya Ewropî ya 2024an (EURO 2024) de tê çêkirin têdikoşin, derbasî tûra din bûn.
Di tûrnûvaya ku bi mazûvaniya Almanyayê tê lidarxistin, maçên sêyemîn û dawîn ên Koma B di navbera Albanya û Spanya û Xirwatistan û Îtalya de hatin kirin.
Îspanyaya ku beriya niha di maça Dusseldorfê da garantî kiribû ku bibe lîderê komê, di deqîqeya 13emîn da bi gola Ferran Torresê Albanya têk bir. Piştî vê encamê Albanya xatir ji organîzasyonê xwest.
Maça din a rojê ku li Leipzigê hat lîstin, bêhna her kesî çikand. Di pêşbirka ku di komê de Xirwatiya 1 pûan û Îtalyaya ku 3 pûan tê de hatin hemberî hev, Xirwatistan bi gola stêrkê xwe Lûka Modrîç di deqîqeya 55emîn de ket pêşiyê.
Ger maç bi vî awayî temam bibûya, wê Xirvatistan bi ferqa goleke kêm derketa 16 tûrên dawî, Îtalya bû aliyê ku bi gola deqeya dawî kêfxweş bû.
90+8 deqê pêşbirkê de ku Îtalya bi Mattia Zaccagni re wekhev mabû û bi 4 pûanan di rêza 2yemîn de cih girt û derket tûra din.
Şampiyona dawîn Îtalyayê ku di EURO 2024an da koma xwe piştî Îspanyayê di rêza duyemîn da temam kir û derket 16ya dawîn, di vê dewrê da bi Swîsreya ku di Koma Ayê da piştî Almanyayê di rêza duyemîn da cih girt, hat hemberî hev.
Xirwatiyên ku bi 2 pûanan mabûn bi vê hevkêşiyê re li gorî encamên ku di maçên mayî de bi dest xistine wê li bendê bin ku di nav 4 koman de di nav rêzên sêyemîn de cih bigirin. Ger Slovenya bi 4 pûanan ji Îngilîstanê têk neçe, Xirvatîstan wê xatir ji tûrnûvayê bixwaze.
Rêjeya Koma B piştî maçên dawî
1- Îspanya: 9 pûan/+5 averaj
2- Îtalya: 4 xal/0 averaj
3- Xirwatya: 2 xal/-3 averaj
4- Albanya: 1 xal/-2 averaj