Ji Batman Petrolsporê piştî Amedspor û Vansporê nasîna bi Kurdî

Ji Batman Petrolsporê piştî Amedspor û Vansporê nasîna bi Kurdî

PeyamaKurd – Batman Petrolspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê da têdikoşe, formayên xwe yên sezona nû da nasîn.

Yek ji tîmên Lîga 2yemîn a TFFyê Batman Petrolsporê formayên xwe yên sezona nû bi straneke Kurdî da nasîn.

Batman Petrolspora ku piştî Amedspor û Vansporê bi Kurdî derket pêş, bi vîdeoya ku parve kir li ser medyaya civakî eleqeyeke mezin dît.

Vîdyoya danasînê ya ku li ser hesabên medyaya civakî yên klûbê hat weşandin di demek kin de gihîşt temaşevanek berfireh. Fîlmê danasînê ku bi strana Kurdî ya gelerî a bi navê "Batman e Batman e" pê re hat kirin, hem ji aliyê temaşevanan û hem jî ji aliyê hezkiriyên futbolê ve rastî eleqeyeke mezin hat.

Berdevkê Çapemeniyê yê Batman Petrolsporê Cemal Kaya di daxuyaniya xwe ya ku da Diyarbekir Olay di derbarê hedefên klûbê yên sezona 2024-2025an de wiha got: "Me di heyama transferê de tîma xwe xurt kir û em bi biryar in ku di vê sezonê de derbasî Lîga 1emîn bibin. Em bawer dikin. ku em ê bi piştgiriya hezkiriyên xwe û xelkê bajêr bigihêjin vê armancê."

Kaya derbarê klîba danasîna formayê ku bi Kurdî hatiye çêkirin de jî wiha got: "Em wek Batman Petrolspor klûbeke ku girîngiyê dide nirxên çandî û dînamîkên herêmî. Piştî Amedspor û Vansporê danasîna bi Kurdî nîşaneya vê nêzîkatiyê ye. Eleqeya zêde ya klîba me ya li ser medyaya civakî di heman demê de gaveke rast e. Ev nîşana serkeftina me ye."