Maça Amedspor û Yenî Malatyasporê li Rihayê tê leyztin

Maça Amedspor û Yenî Malatyasporê li Rihayê tê leyztin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku ji ber zemîna leyztinê ya Stadyuma Amedê têk çûye, Amedspor wê maça xwe ya bi Yenî Malatyasporê re li Ruhayê bileyze.

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê îro Amedspor û Yenî Malatyaspor di hefteya 7emîn a Lîga Yekemîn de tên pêşberî hev.

Ji ber ku zemîna Stadyûma Amedê ne hazir e, leyztika Amedspor û Yenî Malatyasporê li Stadyûma 11 Nîsanê ya Rihayê tê leyztin.

Di lîga Yekem a Tirkiyeyê de Amedsporê di 6 maçan de bi giştî 9 puan bi dest xistiye û di rêza 10emîn de ye

Yenî Malatyaspor jî heta niha ti puan bi dest nexistine û di rêza 20emîn de ye.

.Amedspor, hefteya çûyî li Stadyûma Diyarbekisporê bi Bolusporê re leyîzt û maç 1-1 qediya.