Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr Barzanî ji bo Duhok SK

Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr Barzanî ji bo Duhok SK

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Klûba Werzişî ya Duhokê kir ji ber beşdarî Kupaya Kendavê bûn.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li Klûba Werzişî ya Duhokê kir ku beşdarî Kûpaya Kulûbên Kendavê bûn û got:

"Bi vê minasebetê ez ji dil û can pîrozbahiyê li serok, werzişvan û hezkiriyên Klûbê dikim û hêviya serkeftinê ji bo Klûba Werzişî ya Duhokê û hemû klûbên werzişî yên Kurdistanê dixwazim. Hêvîdarim her tim li ser bilind bin."

Di 23ê Tîrmeha 2024an de, Duhok SK di fînala play-offê de li yarîgeha Şaab a Bexdayê 1-0 têk bir.