Riha li Amedsporê hat: Amedspor 4-2 Yenî Malatyaspor

Riha li Amedsporê hat: Amedspor 4-2 Yenî Malatyaspor

PeyamaKurd - Amedspor ku ji ber stadyûma wê ne amade bû maça xwe ya bi Yenî Malatyasporê li stadyûma Rihayê leyîzt, Yenî Malatyasporê 4 - 2 têk bir.

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê îro her du tîmên Bakurê Kurdistanê Amedspor û Yenî Malatyaspor di hefteya 7emîn a Lîga Yekemîn ya Tirkiyeyê de hatin pêşberî hev.

Ji ber ku zemîna Stadyûma Amedsporê têk çûbû, maça Amedspor û Yenî Malatyasporê li Stadyûma 11 Nîsanê ya Rihayê hat leyztin.

Di maça ku di demjimêr 16:00an de destpê kir de, di xuleka 3yan de leyztikvanê Amedsporê Britt Assombalonga tîma xwe 1 - 0 xist pêş.

Di xuleka 39an de Bruno Lourenço gola duyem a Amedsporê avêt û karê Amedsporê hêsantir kir.

Di maça ku nîveka yekem bi 2-0ê serkeftina Amedsporê qediya de Britt Assombalonga di xuleka 49an a nîveka duyem de duyemîn gola xwe avêt û Amedsporê 3 - 0 xist pêş.

Di xuleka 82yan de Mehmet Guneş yekem gola Yenî Malatyasporê avêt û skor bû 3 - 1, lê belê Amedspor nesekinî û di xuleka 88an de bi duyem gola Bruno Lourenço 4 - 1 ket pêş.

Yenî Malatyasporê di xuleka 90î de ji Mert Mîraç Altintaş golek bihavêje jî demê têra wê nekir û di encamê de Amedsporê, Yenî Malatyasporê 4-2 têk bir û 3 qalên xwe wergirt.

Amedsporê bi vê encamê qalên xwe derxist 12an û di Lîga 1em a TFFyê de derket rêza 3yemîn.

Di lîgê de heta niha Yenî Malatyasporê ti pûan bi dest nexistine û di rêza 20emîn de ye.