Serokê Diyarbekirsporê Genç îstifa kir

Serokê Diyarbekirsporê Genç îstifa kir

PeyamaKurd – Serokê Klûba Diyarbekirsporê Serkan Genç ragihand ku wî îstifa kiriye.

Serokê Klûba Diyarbekirsporê ya Lîga 2yemîn a TFFyê Genç derbarê mijarê da daxuyanî da.

Genç ku di îfadeya xwe de sedema îstîfaya xwe eşkere nekir û wiha got:

“Ez ji îro pê ve ji serokatiya Klûba Diyarbekirsporê ku min bi dilsoziyeke mezin pêk anî, îstifa kir û ez spasiya hemû hevalên xwe yên tîmê dikim ku di dema erka xwe de piştgirî dan.

"Hêvîdar im ku klûba me ji niha û pê ve bi rêgezek rêveberiya profesyoneltir tevbigere û di sezona nû de ji wan re serkeftinê dixwazim."