UEFAyê cezayê 'gurê boz' aşkere kir
PeyamaKurd - Yekîtiya Federasyonên Futbolê ya Ewropayê (UEFA), ji ber ku di maça Tirkiye û Awustriyayê ya di tûra 16an a Şampiyoniya Ewropayê ya 2024an (EURO 2024) de nîşana 'gurê boz' kiribû, cezayê qedexeya 2 maçan da leyztikvanê Tîma Neteweyî ya Tirkiyê Merih Demiral.
Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) jî ragihand ku wan biryar daye ku ji bo betalkirina cezayê li Demiral hatiye birîn, serî li Dadgeha Hakeman a Navneteweyî ya Sporê (CAS) bidin.
Komîteya Disîplînê ya UEFAyê ji ber ku Melih Demiral di maça Awustriya ya ku di tûra 16an a EURO 2024an de hat lîstin de "gurê boz aîdî îdealîstan kir" 2 maç betal kir.
Li gorî daxuyaniya UEFA'yê Merih Demiral ji ber pîrozkirina golan a di maça Awustriyayê de, cezayê qedexeya 2 maçan wergirtiye.
Weke tê zanîn Merih Demiral di maça Tirkiye û Awustriyayê de nîşana 'gurê boz' ku wek sembola nîjadperestiya Tirk tê nasîn û li Ewropayê yek ji nîşanên qedexe ye nîşan dabû.
Leyztikvanê Tirk Merih Demiral di derbarê nîşana 'gurê boz' de gotibû, "Ez bi Tirkbûnê ve eleqedar e. Li Tirkiyeyê em hemû tirk in û ez bi tirkbûna xwe serbilind im."
Ev nivîs 63366 car hatiye xwendin.