ANALÎZ | Şam sîstema xwe ya leşkerî diguherîne? Çi tê plankirin?

ANALÎZ | Şam sîstema xwe ya leşkerî diguherîne? Çi tê plankirin?

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku rejîma Esed hewl dide sîstema leşkeriyê ya artêşê biguherîne û leşkeriya dildarî werîne ku bi vî awayî jî komên milîs bi dildarî di nav artêşê de bicih bike. Herwiha hejmarek zêde leşkeran jî erka wan dûr bixe.

Pêngava guhertina artêşê û daxuyaniyên asayîbûnê 

Ev pêngava hikûmeta Serokê Sûriyê Beşar Esed, piştî 13 sal bi ser krîza siyasî û şerê navxweyî hatiye rojevê ku niha hewl tê dayîn têkiliyên Sûriye-Tirkiyê jî bên asayîkirin û li aliyekî din jî komên milîsên Îranî yên piştevanên rejîmê bi wergirtina nasnameyên sûrî re di nav artêşê de bi fermî werin bicihkirin.

Lê belê rewşa komên çekdarên opozîsyonê ku Tirkiye piştgira wan a sereke ye hîn nediyar e û ti pêşbîniyeke derbarê vegerandina herêmên digel artêşa Tirkiyê kontrol dikin de tune ye ku rejîma Sûriyê vekişîna hêzên Tirkiyê wekî mercê sereke yê lihevhatinê dide pêş. 

Bi navê Artêşa Dildarî komên milîs tên komkirin

Li gorî nûçeya Rojnameya Şerq El Ewsat a "Şam hewl dide leşkertiyê dildarî bike û bi deh hezaran leşker ji kar dûr bixe", hewldanên Şamê yên ku pergala leşkertiya neçarî biguhere û artêşê bike artêşeke dildarî bi rêya peymanan hene ku behsa dûrxistina bi deh hezaran leşkeran jî tê kirin.

6 meh in amadekarî têne kirin

Tê gotin, saziya leşkerî ji 6 mehan ve, plana guhertina sazûmaniya saziya leşkerî bi çavdêriya rasterast a fermandarê giştî ya hêzên çekdar Beşar El Esed kiriye û di planê de gelek biryar û tedbîr hene.

Komên milîs di bin yek hêzê de têne komkirin

Li gorî çavkaniyên herêmê Şam niha hewl dide komên milîs ên di dema aloziya welat de ava bûne û piraniyan wan jî Îran piştevaniya wan dike, bi rêya vê planê di nav hêzekê de kom bike.

Herwiha li gorî pisporan wê ev biryar derfetê bide biyaniyên mîna afganî, pakistanî, iraqiyên ji komên Pasdarên Îranê ji bo şerê li Sûriyeyê ava kirine û piştî 5 salan dema nasnameya Sûriyeyê bi dest bixin, beşdarî artêşa dildarî bibin.

Projeya komkirina milîsan û êrîşên Îsraîlê

Ev biryara rejîma Sûriyê di demeke ku artêşa Îsraîlê berê xwe daye Lubnanê û êrîşên ser Hizbullahê zêde kirine dikeve pratîkê ku li gorî nirxandinan, ev projeyeke Îranî ye û tê xwestin bi xistina bin banê artêşa Sûriyê ya komên milîs re, hincetên ji bo êrîşên Îsraîlê yên ser axa Sûriyê ji holê rake.