Hedefa Erdogan 2023 ye: Lê ti tedbîr jî rewşê naguherîne!

Hedefa Erdogan 2023 ye: Lê ti tedbîr jî rewşê naguherîne!

PeyamaKurd –Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di demeke ku hewl dide encamên rapirsiyan ên bo hilbijartinên 2023yan berevajî bike de, herwiha hesabên ku îtibara Tirkiyeyê ya ku ji sala  2022yan ve aborîya wê heliyaye jî vegerîne rastê.

Lê Erdogan û partiya wî Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) vê carê di nav hilbijêran de bi qasî berê ne populer e.

Fêmkirina sedemên wê hêsan e: Bêkarî û enflasyon zêde dibe, lîreyê tirk her diçe nirxê xwe winda dike û êdî gelekî zîz bûye…

Serokomar Erdogan, berpirsê rewşa xirab a aboriya Tirkiyeyê ye. Hilbijêr ji vê rewşê hikûmetê berpirs dibînin. Erdogan bi baweriya ku faîza bilind dibe sedema enflasyona bilind tevdigere û tam jî di demeke ku bihayê berheman zêdetir dibin de, pêşniyarên aborînasan ên bo sererastkirina vê rewşê red dike.

“Aborî hîn zêdetir dolarîze bû!”

Polîtîkaya Erdogan a diravan hişt ku rêjeyên faîza reel vekişin herêma negatîf û ev jî bû sedema dolarîzebûnê. Bi ser de jî bi zêdebûna fermî ya bihayiyê jî lîreyê Tirkî dest helandinê kir. Reqabeta bazaran jî bi awayekî rekor paşde çû.

Erdogan dixwaze, di şêwaza salên 90î de, aboriyeke li ser îxracatê (hinardeyê) ya girêdayî pereyê lawaz ava bike. Lê belê êdî xelk pirs bi hêrs e…

Erdogan niha çavê xwe berdaye sala 2023yan. Lê wê bandora polîtîkayên wî îsa xwe nîşan bide. Polîtîkiya berfirehkirina krediyan wê piçekî xelkê bide sekinandin. Lê ev nêzîkatî jî xetera ‘dolarîzasyona’ zêdetir bi xwe re tîne.

Banka Navendî dema sektora bankevaniyê û lihevgerandina deynên mezin ên kompaniyan bidin ber çavan, wê rîska xwe hîn zêdetir bike û neçar bimîne daxwazên Erdogan bicih werîne.

 “Wê ti tedbîr vê rewşa xirab neguherîne”

Rîska ku wê Enqere berê xwe bide destwerdanên ne dostên bazarê zêde dibe. Lê wê yek ji van tedbîran jî rewşa xirab neguherîne.

Tedbîrên ku di dawiya Kanûna 2022yan de hatine eşkerekirin, tenê wê ji bo demeke kin rehetiyekê çêbikin, lê wê di heman demê de rê li ber bileztir xirabûna rewşa darayî û xeterên enflasyonîst vekirin.

Wê Erdogan di polîtîkaya xwe ya derve de jî hewl bide ku hilbijêran ji krîza aborî dûr bixe û xwe wekî têkoşer nîşan bide. Doza Halkbankê ya ku tê çaverêkirin di nav îsal de dest pê bike û encam bide, bi taybet jî heger ji ber binpêkirina dorpêçên ser Îranê sûcdar bê dîtin û heger Erdogan jî lihevkirina ligel dadgeha Amerîkî red bike, wê xeteriyeke mezin a li ber teqînê bi xwe re werîne.

 “Erdoganê bêsebr li pey komkirina pûanên siyasî ye”

Di vê navê de, zehmetbûna li ber kirîna zêdetir balafirên F-16 û modernîzasyona wan, dibe ku hewldanên têkiliyên çêker ên rojevên marjînal ên Enqere û Washingtonê ji rê derbixe.

Erdoganekî bêsebr ketiye pey pûanên siyasî li welatê xwe. Dibe ku muzakere beriya wextê xwe bên betalkirin û li şûna wê jî ji bo peymanên zêdetir ên berevaniyê berê xwe bide Rûsyayê. Wê ev jî dorpêçên nû yên Amerîkayê bi xwe werîne.

Her çiqas Washington bertekên bi sînor tercîh dike jî wê geşedan bihêlin ku Erdogan bêfikirîn bertekê nîşan bide. Wê hilbijartinên Tirkiyeyê, xeterên zêdetir dinavdeçûna nav erda Sûriyeyê û nakokiyên Derya Spî yên ligel Yûnanistan û Kibrisê metirsiyên pevçûnê zêdetir bike.

Wê yek ji van hemleyan jî li mala Erdogan pûanan pê nede qezenckirin. Çimkî wendabûna nirxê lîre û enflasyona ji kontrolê derketiye, hilbijêran ji ber rewşa xirab a aborî felc dike.

Şert û mercên aborî hîn xirabtir bibin, dibe Erdogan îsal neçarî hilbijartina pêşwext bibe û wê ev jî rîskên li jor hîn tundtir bike.

Türkiye'nin kurumsal zayıflığı, demokratik gerileme ve baskı potansiyeli göz önüne alındığında, anket sonuçları, ülkeyi karmaşaya sürükleme ve piyasalarda daha gergin zamanları beraberinde getirebilir…

Dema lawazbûna sazûmaniya dewleta Tirkiyeyê, paşveçûna demokrasiyê û potansîyela çewisandinê ya deshilatê li ber çavan bê girtin, dibe ku encamên rapirsiyan welat ber zêdetir aloziyan ve bibe û bazarên aborî jî demên herî xirab bijîn.

________________________________________

EurAsiaGroup – Koma Avrasya

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd