Hilbijartinên Tirkiyeyê di medya cîhanê de ye: Hilbijartina herî girîng a 2023yan!

Hilbijartinên Tirkiyeyê di medya cîhanê de ye: Hilbijartina herî girîng a 2023yan!

PeyamaKurd - Kovara Amerîkî Foreign Policy (FP) di hejmara xwe ya dawî de cihekî berfireh da hilbijartinên 2023yan ên Tirkiyeyê. Di kovara Politico de, li ser heman mijarê analîzek hat belavkirin. France24ê hilbijartinên 2023yan ên Tirkiyeyê wekî bûyereke sereke ya cîhanê nirxand û ajansa Bloomberg jî di wê nêrînê de ye ku hilweşandina sîstema deshilatdariya ku Erdogan ava kiriye, wê qet ne hêsan be.

Kovara Foreign Policy bi sernavê ‘Hilbijartinên di 2023yan de bên şopandin’ nivîsek weşand û diyar kir, sala nû bi merasîma sondxwarinê ya destbikarbûna Serokê Brezîlya Lula da Silva dest pê kiriye. Hatiye bibîrxistin ku sala borî jî hilbijartinên girîng li welatên Fransa, Macaristan û Filîpînan hatine encamandan û welatên sala 2023yan hilbijartinan dikin hatin rêzkirin.

FP: Hêza jêneger a Tirkiyeyê dîplomasî ye

Li gorî kovarê, şerê ku Rûsyayê li dijî Ukraynayê daye destpêkirin bandor li hemû welatên di lîsteyê de cî digirin kiriye û dibe paşeroja gelek lîderan jî diyar bike.

Wê serokên jin li welatên Estonya, Fînlanda, Bangladeş û New Zelandê ji bo careke din bên hilbijartin bikevin pêşbirkê.

Di kovarê de tê gotin ku di navbera welatên Tirkiye, Tayland, Guatemala, New Zeland, Polonya û Bangladeşê de gelek tiştên dişibin hev hene û tê diyarkirin; ji ber şerê Rûsya yê dagirkirina Ukraynayê, Tirkiye û Spanya bûne welatên jêneger û girîng.

Kovarê jênegerbûna Enqereyê jî bi hêza wê ya dîplomasiyê ve girê da.

Li aliyê din heger şer derneketa, wê li Ukraynayê jî di demsala payîzê de hilbijartin bihata kirin, lê ji ber şert û mercên heyî nediyar e bê wê sindoqa hilbijartinê bê danîn yan na?

Li gorî Foreign Policy li seranserê Cîhanê ji Pakistana xwedî nifûsa 225 milyonan heta Estonyaya xwedî nifûsa 1,3 milyon kesan 14 hilbijartin hene…

Li gorî rêza alfabetîk welatên hilbijartin li wan têne kirin wiha ne:

"Arjantîn, Bangladeş, Estonya, Finlanda, Guatemala, Îspanya, Komara Kongo, Nijerya, Pakistan, Polonya, Singapur, Tayland, Tirkiye, New Zeland."

Kovara Amerîkî destnîşan kiriye ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji sala 2003yan ve li Tirkiyeyê kesayetê herî girîng e. Herwiha hatiye diyarkirin ku Erdogan hêza xwe ji reformên ku pêk anîne distîne.

Di kovarê de tê bibîrxistin ku Erdogan di heyama 10 salên destpêka deshilatdariya xwe de li seranserê dinyayê gelekî dihat hezkirin, lê niha li Rojhilatê Derya Spî bûye sedema rageşiyan. Hatiye gotin ku Tirkiye di navbera Rûsya û Ukraynayê de jî xwedî roleke kilît a navbeynkariyê ye.

***

France 24: Wê hilbijartineke dîrokî be

France 24ê jî raporteke bi sernavê ‘Di sala 2023yan kîjan bûyerên mezin ên nêz dibin hene?’ belav kir ku tê de ji merasîma destpêkirina heyama Şah Charles heta 50. Salvegera mirina Pablo Picaso gelek mijar hatine rêzkirin.

Derbasbûna welatê Xirwatya bo herêma Euro û schengenê, Kûpayên Jinan ên li welatên New Zeland û Awustralyayê, Lîga Super a Afrîka û vegera ser peywira xwe ya navgîna NASA ya fezayê Osiris-Rex di lîsteyê de cî digirin. Herwiha France 24ê bal kişandiye ser du hilbijartinan: Tirkiye û Pakistan.

France24ê daye xuyakirin ku Tirkiye 18ê Hezîranê diçe hilbijartinê û ew wekî ‘hilbijartineke dîrokî’ bi nav kiriye.

***

Politico: Hilbijartina herî girîng a seranserê Cîhanê di 2023yan de bêguman a Tirkiyeyê ye!

Di analîza kovara Politico a Amerîkî de, tê gotin ku hilbijartina herî girîng a 2023yan li seranserê cîhanê bêguman a li Tirkiyeyê tê kirin e. Herwiha qala rageşiyên navbera herdu welatên endamên NATO, Yûnanistan û Tirkiyeyê tê kirin.

Li gorî Politicoyê, di sala 2022yan a me li paş xwe hiştiye de, bi destpêkirina dagirkeriya Rûsya ya Ukraynayê re, Erdogan di navbera Kîev û Moskowê de bûye navbeynkarekî jêneger. Alîkariya peymana zad kir û malevanî li hevdîtina berpirsên îstixbaratên Rûsya û Amerîkayê kir.

Li gorî Politicoyê Tirkiye ji polîtîkaya ‘sifir kêşe bi cîranan re’ ketiye rewşeke ku bi gelek welatên derdora xwe re eşkere û veşarî aloziyan dijî û di 2022yan de jî dîsa vegeriyaye polîtîkaya xwe ya berê.

Di kovarê de hatiye diyarkirin; wê Erdogan bixwaze di vê serdema ku rol û pozîsyona Amerîka û Rûsyayê di asta gerdunî de kêm bûye de, hêza nû ya Tirkiyeyê ji cîhana pirserî re nîşan bide.

***

Bloomberg: Hilweşandina sîstema ku Erdogan ava kiriye wê ne hêsan be!

Nivîskarê Bloomberê Bobby Chosh dibêje; hilbijartinên ku îsal li Tirkiyeyê têne kirin, yek ji hilbijartinên herî girîng ên sala 2023yan e li seranserê dinyayê.

Li gorî Ghosh di serî de wê Rûsya û Amerîka bandorê ji encamên hilbijartinên tirkiyeyê bibînin. Heta ku tirk dengên xwe bikar bînin wê lîderên welatên Rojava li ser agir bin.

Lê belê Erdogan wenda bike jî divê ti kes li bendê nemîne ku guhertineke bilez û bingehîn pêk were. Ji bo ku Erdogan saziyên dewleta Tirk yên wekî; artêş, akademî, saziyên olî û medyayê li gorî nêrîna xwe biguherîne û tovê xwe bireşîne 20 salên wî hebûn. Eger di 19ê Hezîranê de serokomarekî nû were ser kar, pêwîstî pê heye sîstema ku Erdogan ava kiriye hilweşîne.

Ev peywir wê hîn zehmettir be, lewra wê partiya deshilatdar di parlamentoyê de dîsa xwedî hêzeke girîng bimîne û wê li hemberî guherînê berxwedaneke tund nîşan bide.


Medya Cîhanê: Politico, France 24, Foreign Policy, Bloomberg 

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd