Ligel wezîran karekî organîze hatiye kirin: Behsa pereyekî zêde tê kirin!

Ligel wezîran karekî organîze hatiye kirin: Behsa pereyekî zêde tê kirin!

PeyamaKurd - Derbarê serokomarê berê yê Iraqê Berhem Salih de, li ser qaçaxçîtî, gendelî, bertîl û diziya pereyên Iraqê, gelek îdiayên girtîn derketin holê. Li gorî îdiayan gendeliya ku hatiye kirin bê hed û hesab e û digihe heta 3-3,5 milyar dolaran.

Yek ji ajansa xwedî prestîj a erebî The arab News Agency rapore bi sernavê; “Gelo serokomar bû yan qaçaxçîyê maden û madencîtiyê bû?’ belav kiriye û tê behasa tora qaçaxçîtiya bi serpereştiya Berhem Salih tê birêvekirin hatiye kirin. Di nûçeyê de hatiye diyarkirin; “Di nav karê tê kirin de; bertîl, petrol û madenên bi nirxên biha hene. Herwiha tê texmînkirin ku ji bo vî karî 250 milyon dolar pere hatiye dayîn.”

Iraq bûyek welatê herî hêsan bo qaçaxçîtiya rêyên bejahî.

Li gorî nûçeya ajansê, di vî karê qaçaxçîtiya li Iraqê tê kirin de, ne tenê welatiyên ji rêzê kesayetên siyasî jî hene ku heta serokomar jî di nav van karan de cî digire. Yek ji wan jî serokomarê berê yê Iraqê Berhem Salih e.

“Dahata Berhem a qaçaxçîtiyê mirov matmayî dihêle!

Di nûçeyê de îdiayên mijare behsê wiha têne rêz kirin:

Piştî ku Bafil Talebanî bû serokê Yêkîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), hem serokomariya Berhem Salih bidawî bû hem jî di nav partiyê de ti pozîsyoneke wî nemaye ku êdî gelek dema wî ya vala heye. Ji ber ku pereyekî mezin kontrol dike jî qet ji hatina ser posta seroktiya partiyê ya Bafil Talebanî aciz nebû. Çimkî mebestên wî yên din hebûn…

Berhem ji qaçaxçîtiyê miqdarekî zêde dahatê bi dest dixe. Û ev organîzasyon jî dema serokomar bû pêk aniye. Ligel vê jî ji bo siyasîyên sune û şîa li ser erka xwe bimînin bertîlan jî qebûl dike. Diyar e Berhem ji bilî qaçaxçîtiyê dema xwe ji bo vî karî jî terxan kiriye.

Berhem Salih qaçaxçîtiyê bi xwe birêve dibe û kontrola wê dike. Herwiha parlamentarên ji karê qaçaxçîtiyê agahdar in bi taybet jî bi nûnerên parlamentoyê yên Besrayê re hevdîtinan dikin û lêkolîneke hûrî li ser kerta qaçaxçîtiyê dikin.

Serokomarê berê yê Iraqê Berhem Salih, bi rêyên bejahî û deryayî ji hûndir û derve qaçaxçîtiya petrolê û berhemên wê birêve dibe. Tê îdiakirin ku dahata qaçaxçîtiya bi vê rêyê tê kirin digihe 3-3,5 milyar dolaran.

Di nivîsê de tê eşkere kirin ku madenên cuda yên wekî baqir di bin erka fermî ya serokomariyê de ne, ketine nav bazara qaçaxçîtiyê û dahatên cidî ji wê bazirganiyê tê bidestxistin.

Tê gotin ku hin rayedarên Wezareta Pîşesaziya Iraqê jî di vê organîzasyonê de cî digirin. Li gorê Arab Newsê, ji bilî berhemên ji derve tên Iraqê, li Silêmanî û Kerkûkê qaçaxçîtî tê kordînekirin û bi awayekî organîze tevdigerin.

Tê texmînkirin ku tenê di sala 2021ê de bi qasî 250 milyon dolar ji karê qaçaxçîtiya madenên biha hatiye bidestxistin. Û qezenca ji vî karî hatiye jî beşeke mezin yekser gihîştiye Berhem Salih û ya mayî jî di navbera kesên hevparên vî karî de hatiye dabeşkirin. Herwiha ji bo van karan bertîl dane hin siyasetmedarên şîa û sunî jî.

Ligel wezîran karekî organîze…

Ne tenê wezareta pîşesaziyê herwiha wezîrê elektrîkê yê Iraqê di nav vî karî de xuya dike.

Wezîrê Elektrîkê Adil Kerîm, pêşniyara rêbaza îhaleyê kiribû. Ev pêşniyar dihat wateya ku enerjiya elektrîkê ji aliyê serokomariyê ve were kontrolkirin. Yanî em bibîr bînin ku bi daxwaza Berhem Salih Adil Kerîm ji YNKê veqetiyabû.

Kerîm ji 2021ê heta 2022yan (dema ku cîgirê wezîrê pîşesaziyê bû) yek ji wan kesên serweta Berhem Salih direvand derveyî welat bû.

Li gorî ku tê bîrê, Salih sibata 2022yan bi hinceta elektrîka qaçaxî bikar anîne û qaçaxçîtiya elektrîkê 120 milyon dolar deyn dabû.

Wekî ku dixuyê Berhem Salih ev kar kiriye karekî gelemperî û bi organîze tevdigere. Ji wezîrê pîşesaziyê bigirin heta wezîrê elektrîkê kontrola vî karî xistiye destê xwe.


Arab News 

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd