Serok Barzanî Pêşengeha Kitêban a Hewlêrê vekir û kitêba lê digeriya dît

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 9ê Nîsanê serdana Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Hewlêrê kir û yek ji kitêba ji mêj ve lê digeriya dît.
Serok Mesûd Barzanî îro 9ê Nîsanê beşdarî merasîma vekirina Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ya Kitêban bû ku bi dirûşma “Cîhan bi Kurdî diaxive” dest pê kir.
Serok Barzanî, piştî vekirina pêşengehê serdana standên cuda cuda yên weşanxaneyan kir û hejmareke kitêbên ji warên cuda cuda hilbijart.
Hate zanîn ku Serok Barzanî 6 kitêbên cuda cuda hilbijartin û hin ji wan daxwaz kirin ku yek ji wan kitêban ji bo wî gelek taybet bû û got: ‘Ez ji mêj ve li wê digerim.”
Berpirsê weşanxaneyê gotiye, “Werzê Seyda Mela Ebdilkerîm Muderis kitêba yekê bû ku Serok Barzanî hilbijart. Serok Barzanî rêz û hurmeteke zêde ji bo wî seydayî heye û ji kesatiyên here giring ên dîroka Kurdan e.”
Xwediyê kitêbxaneyê “الضحايا الثلاث” yek ji wan kitêban bû yên ku pêşkêşî Serok Barzanî kirine û Serok Barzanî jî spasiya wî kiriye û jê re gotiye, “Ez gelek ji mêj ve li vê kitêbê digerim.”
Hate zanîn ku ew kitêb behsa jiyannameya Şêx Ebdisselamê Barzanî, Şêx Seîdê Berzincî û Şêx Zarê Zewbehî dike.
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.




