Ajansa Geşepêdanê ya Amerîkî alîkariya Kumspiyên Sûriyê qut kir

PeyamaKurd - Ajansa Geşedanê ya Amerîkayê (USAID) alîkariya darayî ya ji bo yek ji girîngtirîn rêxisitinên li Sûriyê kar dike rawestand.
Li gorî CNNê fînanseya USAIDê ji bo Rêxistina Berevaniya Sivîl ya bi Kumspiyan tê naskirin hat rawestandin û lê heta niha peymaneke wê rêxistinê li gel Wezareta Derve ya Amerîkayê heye.
Cîgirê Serokê Kumspiyan Farûq Hebîb ji CNN re got, hevkariyeke wan ya mezin bi USAID’ê re ji 10 salan ve hebû û hevkariya Amerîkayê di qonaxa veguhêz de bi girîng binav kir.
Li gorî Hebîb rawestandina alîkariyên USAID’ê dê rewşa têk bibe û bi taybet ku hewcedarî herku diçe zêdetir dibin.
Cîgirê Serokê Kumspiyan Farûq Hebîb da zanîn, ew hewl didin ji aliyên ewropî yên din fînanseyê peyda bikin lê dê valahiyê danegirin.
Rêxistina Berevaniya Sivîl yan jî Kumspiyan, sala 2013an piştî şerê Sûriyê dest pê kir ava bû û ji wê çaxê û heta niha xizmetên mezin pêşkêş kirine.
Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.