Atîna: Nabe ku Qibris parçebûyî bimîne

PeyamaKurd - Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Mitsotakis, li ser daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ên di derbarê Qibrisê de got: "Nabe ku Qibris, piştî karesata 74an ku 50 sal bi ser ve çûye parçebûyî bimîne."
Serokwezîrê Yewnanîstanê Kyriakos Mitsotakis di civîna çapemeniyê ya heftane de axivî.
Mîtsotakis diyar kir ku ew hêvîdar in ku ji bo çareseriyeke mayînde ya pirsgirêka Qibrisê, danûstandin dest pê bikin."
Mîtsotakis, civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirk Erdogan ya Civîna Bilind a NATOyê ya li Washingtonê bibîr hanî û wiha got:
"Min jê (Erdogan) re got: ‘Ne pêkan e ku Qibrisa walatekî endamê YEyê ye, pêncî sal piştî trajediya 74an perçebûyî bimîne. Daxwaz û hêviya me ew e ku her du civak, ji vê derfeta nû sûd werbigirin û li ser maseyê rûnên da ku di bi şertê peymaneke ku serweriya yekane û yekwelatîbûnê nas bike û di çarçoveya biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) de bigihîjin çareseriyekê. Bi vî awayî kesayetiya navneteweyan nayê binpêkirin."
Mîtsotakis da zanîn ku Yewnanîstan wê piştgirî û alîkariyê bide înîsiyatîfa çareseriyê ya Rêveberiya Qibrisê ya Yewnanistanê.
Ev nivîs 48785 car hatiye xwendin.




