Bahçelî, Bakirhan pîroz kir û got: Bi binaxkirina çekên neyasayî re rêya siyaseta demoktratîk vedibe

Bahçelî, Bakirhan pîroz kir û got: Bi binaxkirina çekên neyasayî re rêya siyaseta demoktratîk vedibe

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) a Tirkiyê Devlet Bahçelî, peyameke pîrozkirina Cejna Remezanê belav kir û tê de li ser rojevê daxuyanî dan.

Bahçelî, di peyama xwe de behsa pêvajoya çareseriyê ya dewam dike û banga çekdanîna PKKê kir û got, “Ger çekên neyasayî yên bi xwîn binax bibin, wê pêşiya siyaseta demokratîk vebe û ti welatek wê negihe menzîl û leza Tirkiyeya bêteror.”

Herwiha Bahçelî, daxuyaniyên Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ên derbarê girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu de jî bibîr xist û ew pîroz kir.

Li ser gotinên Bakirhan ên, “Em ne girseya çalakgerên CHPê ne” got, ew gotinên hêja ne û cihê pîroziyê ne.

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.