Bakirhan jî di nav de rakirina parêzbendiya 5 parlamenterên DEM Partiyê hate xwestin

Bakirhan jî di nav de rakirina parêzbendiya 5 parlamenterên DEM Partiyê hate xwestin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku dosyeyên rakirina parêzbendiya 11 parlamenteran bo Parlamentoya Tirkiyê hatin pêşkeşkirin ku 5 ji wan ji DEM Partiyê ne.

Di nav wan de dosteya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî heye.

Parlamenterên dosyeyên wan çûne ber destê parlamentoyê ev in:

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Parlamentera DEM Partî ya Qersê Gulistan Kiliç Koçyigit, Parlamenterê TİPê yê Stenbolê Ahmet Şık, Parlamentera CHPê ya Trabzonê Sibel Suiçmez, Parlamentera DEM Parti ya Agiriyê Nejla Demir, Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Cemal Enginyurt, Parlamenterê CHPê yê Îzmîrê Mahir Polat, Parlamenterê CHPê yê Mersînê Ali Mahir Başarır, Parlamentera DEM Parti ya Mêrdînê Beritan Guneş Altin, Parlamenterê Serbixwe Koray Aydin, Parlamentera DEM Parti ya Mêrdînê Salihe Aydeniz.

Fezleyên 11 parlamenteran ku 5 ji wan ji DEM Partiyê ne bo komîsyonên dadê û makezagonê yên parlamentoyê hatin şandin.

Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.