Balafirên Îsraîlê li Beyrûtê xistin

Balafirên Îsraîlê li Beyrûtê xistin

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê li başûrê paytexta Lubnanê Beyrûtê li taxa Hadesê êrîşeke hewayî pêk anî. Êrîş bi balafirên bêmirov hatin kirin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee got ku ew ê taxa Hadesê ya li başûrê Beyrûtê bikin hedef û ji niştecihan xwest ku cihên xwe vala bikin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di saetên sibê de roket avêtin bakurê Îsraîl, paşê jî çend êrîşên esmanî li başûrê Lubnanê kirin hedef. 

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz îro ragihand ku Îsraîl Lubnanê ji êrîşa çekdarî ya li herêma Celîlê berpirsyar dibîne û dê bi tundî bersiva her gefekê li ser ewlehiya wê bide.

Li gorî agahiyên destpêkê di encama êrîşan de kesek mir û 8 kes jî birîndar bûne.

Herî dawî paytexta Lubnanê di 27ê Mijdara 2024an de hatibû bombebarankirin, dema ku rêkeftina agirbestê di navbera her du welatan de ket meriyetê.

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.