Baranê bajarê Ankara kir gola avê

Baranê bajarê Ankara kir gola avê

PeyamaKurd – Ber destê êvarê li payîtexta Tirkiyê li Ankara barana xwurt bariya û bû sedema her der bû gola avê. Ajotvan gelek zahmetiyan dîtin, li hinek deveran dar ketin û banê avahiyekî roxiya. Darên ku ketin bi taybetî navçên Keçiören û Çankaya bûn.

Jiyana xelkê ku li derve bûn ket nav xeterê, di çûnûhatê de pirsgirêk qewimîn, cîh nebûn ku xelklê ji derve lê xwe sitar bikin û di destê ksekî de sîwan nebûn. Li ser bobelatê Parêzgerê Ankara Vasip Şahin daxwuyanî da û got:

“Niha pirsgirêkekî me yê ji dil tine. Li du buhirên binê piran de av gihaye hev. Tîmên xebatê dixebitin da mijarê çareser bikin. Înşallah bê ku pirsgirêk mezin bibe em ê derbas bikin.”

Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.