Merz û Netanyahû li ser Xezeyê axivîn: Divê ewlehiya Îsraîlê û pêdiviyên Filîstîniyan dabîn bibin

PeyamaKurd- Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, di pêwendiyeke telefonî ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re de diyar kir ku divê alîkariyên mirovî yên lezgîn bi awayekî ewle bigihîjin sivîlên li Şerîda Xezeyê.
Merz herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku divê tu gaveke ber bi tevlîkirina Şerîaya Rojava ve neyê avêtin.
Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Stefan Kornelius di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, di hevdîtinê de hêviya xwe anî ziman ku di demeke nêzîk de li Şerîda Xezeyê agirbest pêk were.
Merz tekez kir ku divê alîkariyên mirovî yên lezgîn bi awayekî ewle û mirovane bigihîjin sivîlên Xezeyê û got ku divê li Xezeyê, piştî şer, sîstemeke mayînde bê damezrandin ku pêwîstiyên ewlehiyê yên Îsraîlê û mafê Filistîniyan ê ji bo diyarkirina paşeroja xwe li ber çavan bigire.
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




