Fransayê dawî li hebûna xwe ya Afrîkayê anî

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî li welatê Senegalê anî. Hêzên Fransayê bi merasîmeke fermî dawî li hebûna xwe ya Afrîkaya Navîn û Rojavayê Afrîkayê anî.
Di merasîma fermî ya hat lidarxistin de, tesîsa leşkerî ya fransî û baregeha asmanî ya li balafirgehê radestî dewleta Senegalê hatin kirin.
Ev gav, wekî beşek ji pêvajoya rageşiyê ya Fransayê ku di salên dawî de li Afrîkayê rû dabû, tê nirxandin.
Fransa, ji sala 2022yan ve baregehên xwe yên li Malî, Bûrkîna Faso, Nîjer, Çad, Fîldîşî Sahîlî û Gabonê bi awayekî mayinde girtibû û hin ji wan jî veguherandibû navendên perwerdehiya hevpar.
Li Senegalê, hêzên Fransî yên Senegalê yên ji nêzî 350 leşkerên fransî pêk dihatin, tevî artêşa Senegalê hevkariya leşkerî ya operasyonê bi rê ve dibirin. Bi vê merasîmê re dawî li hemû hebûna Fransayê ya Afrîkayê hat.
Hêjayî gotinê ye, Senegal ji roja serbixwe bûbû ango ji sala 1960î heya niha li Rojavayê Afrîkayê hevpeymana herî nêzîk a Fransayê bû.
Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.




