Çekdarên êlên Ereb ji bo şerê Durziyan ber bi Siwêdayê ve bi rê ketin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku êlên Ereb ji bo piştgiriyê bidin Bedewiyên ku bi Durziyan re şer dikin, bi wesayîtan ber bi Siwêdayê ve pêşve diçin.
Di heman demê de, Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê diyar kir, hêzên hikûmetê ne amade ne li cihên pevçûn lê didomin, bicih bibin.
Êlên Ereb ên ji deverên cuda bi komên mezin bi wesayîtan ber bi Siwêdayê ve diçin da ku piştgiriyê bidin Bedewiyan. Nureddin el-Baba, Berdevkê Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê, di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê ji bo çareserkirina pevçûnan ne amade ne ku li Siwêdayê ji nû ve bicih bibin.
El-Baba got ku hêzên hikûmetê di rewşa amadebaşiya normal de ne û heta niha ti hêzek ji bo Siwêdayê nehatiye şandin.
Li aliyê din rayedarekî Îsraîlî yê ku navê wî nehatiye eşkerekirin, ji medyayê re gotiye, "Ji ber aloziya berdewam a li Sûriyeyê, Îsraîlê qebûl kiriye ku di nava 48 demjimêrên bê de destûrê bide 'hêzên hikûmeta Sûriyeyê yên sînordar' ku bikevin Siwêdayê."
Ev nivîs 123 car hatiye xwendin.




