Li navça Düzce li navenda Tenduristiyê di êrîşa çekdarî de kesekî hat kuştin

PeyamaKurd – Li Anedolê li navça Düzce li Cumayeri li ber navenda tenduristiyê êrîşê kesê bi navê Adnan Karabulut kirin û ew giran birîndar kirin. Piştî ew birin navenda tenduristiyê li navendê can da.
Doktor û wezîfedarên navenda tenduristiyê mudaxeleyê birîndar kirin lê Karabulut can da.
Kes an kesên ku êrîşê Adnan Karabulut kirine nasnama wan diyar nîne. Polîs çûn ciyê bûyerê û bi berfirehî dest bi lêpirsînê kirin. Ji bo kes an kesên kiryarê kirine li seranserê bajêr lêpirsîn û lêgerîna wan dewam dike.
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.




