Çandar: Hebûna Kurdan êdî nayê înkarkirin

PeyamaKurd – Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) yê Dîyarbekirê Cengîz Çandar diyar kir ku piştî çekberdana PKKê pêvajoya aştiyê ketiye qonaxek nû.
Çandar di hevpeyvînek taybet de bi K24 re li ser bûyerên rojane daxuyanî da.
Di derbarê çekberdana PKKê de, endamê Partiya DEMê Çandar got, "Em demek dirêj in li benda vê rojê bûn. PKKê di 11ê Tîrmehê de çekên xwe bi şewitandina wan ji holê rakir. Rojek girîng û dîrokî bû."
Cengîz Çandar diyar kir ku ev pêvajo û rewşa heyî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têrê nake û got, "Bi rêya Partiya DEMê bi Ocalan re hevdîtin tên kirin. Partiya DEM li bendê ye ku gavên nû werin avêtin. Piştî çekberdana PKKê pêvajoya aştiyê ketiye qonaxek nû."
Çandar destnîşan kir ku rewşa heyî wekî nîşana îradeya azadiyê ya Kurdan tê hesibandin û got, "Kurd teslîm nebûne. Hebûna Kurdan êdî nayê înkarkirin. Hebûna Kurdan tê qebûlkirin."
Cengîz Çadnar herwiha got ku divê mafên Kurdan êdî bi rêya saziyên demokratîk werin garantîkirin.





