Rêveberê SOHRê: Kesên bi cilûbergên eşîrî endamên hêzên Ehmed Şera ne

Rêveberê SOHRê: Kesên bi cilûbergên eşîrî endamên hêzên Ehmed Şera ne

PeyamaKurd- Rêvebêrê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman li ser êrîşên ser Durziyên Siwêda ya Sûriyê ragihand, agahiyên komkujiyên mezin û hewldanên zextkirina medyayê hene ku van komkujiyan veşêrin.

Ramî Ebdulrehman diyar kir: "Gelek propagandaya medyayê heye ku dibêje li Siweydayê pevçûn hene û Şêx Hikmet Hicrî reviyaye. Niha sedema vê zexta medyayê hatiye eşkerekirin ji ber ku Wezareta Navxwe ya Sûriyê biryar daye ku hêzên ewlehiyê yên navxweyî bişîne da ku rewşê bi dawî bike û pevçûnên di navbera hêzên Durzî û eşîrî de bi dawî bîne."

Ebdulrehman nîgeraniya xwe ya derbarê zêdebûna pevçûnan de anî ziman û got: "Xwarin û pêdiviyên rojane li herêma Siweydayê pir kêm in û rewşa mirovî karesatbar e. Herwiha agahiyên komkujiyên mezin hene û hewl tê dayîn ku zext li ser medyayê were kirin da ku van komkujiyan veşêrin.’’

Rêveberê SOHRê eşkere kir: "Sê kes ji Bedewiyan ji aliyê şervanên Durzî ve hatin kuştin, di heman demê de 104 sivîl ji aliyê endamên Wezaretên Parastin û Wezareta Navxwe ve hatine kuştin.’’

Ramî Ebdulrehman got: "Derket holê ku di nav kesên ku cilên eşîrî li xwe kiribûn de fermandarekî leşkerî jî hebû û tê gotin ku ew diçûn Siweydayê da ku eşîran biparêzin, lê di rastiyê de ew endamên hêzên ewlehiyê ne.’’

Hêjayî gotinê ye, eşîrên ereb ên li gundê Siweydayê yê Sûriyê roja Pêncşemê ji bo piştgiriya eşîrên ereb ên li parêzgeha Siweydayê ya başûrê Sûriyê seferberiya giştî ragihandibûn.

Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.