Îngîltere li dijî êrîşên ser sehayên petrolê yên Herêma Kurdistanê derket

Îngîltere li dijî êrîşên ser sehayên petrolê yên Herêma Kurdistanê derket

PeyamaKurd – Balyozxana Îngîltere ya Bexdayê êrîşên ser sehayên petrola Herêma Kurdistanê şermezar kir û got ku dê ev êrîş zerarê bidin aboriya Iraqê jî.

Balyozxane daxwuyaniya xwe îro an ku di 18ê Temmûz a 2025an de da. Di daxwuyaniyê de got ku êrîşên ser sehayên enerjiyê yên Herêma Kurdistanê zerarê dide aboriya Iraqê jî. Balyozxane li ser êrîşên İHAyan yên ser sehayên petrola Herêma Kurdistanê got:

“Divê ji êrîşkeran hesab bipirsin. Van êrîşan ewlehiya sîvîlan tehdîd dike û zerarê dide aboriya Iraqê. Divê hukumeta Iraqê ber li êrîşan bigre û êrîşkeran teslîmê edaletê bike.”

Li ser êrîşan wezîrê û barê navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed do (17ê Temmûzê) li ser êrîşan daxwuyanî dabû rojnamevanan û gotibû ku ew dizanin kî êrîşê sehayan dike, êrîş tevgerên terorîne û ew kesên ku van êrîşan didin kirin, wê bedela wê bidin.

Rêber Ahmed, berê jî li ser êrîşên kevin gotibû ku heya niha ti bûyerekî ji aliyê hukumeta federal de nahatiye encam dan û ti kesî dernexistine ber dadgehê. Li ser êrîşên dawiyê yên ser sehayên petrolê Rêber Ahmed got:

“Ji bo ber li êrîşan bigrin em bi hukumeta federal re di nav koordînasyonê de ne. Hem, me ji hevkarên xwe xwest ki di mijarê de destekê bidin me.”

Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.