Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd bi dar ve kirin

PeyamaKurd – Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirov a Hengawê, cezayê bidarvekirina 3 girtiyên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê, yên bi navê Kiyanûş Xusrewî Siyahbîdî, Hamid Celîliyan û Elî Mîrza Behramî li girtîgehên Kirmaşan û Hemedanê hate pêkanîn.
Sibeha roja Sêşemê, 15ê Tîrmeha 2025an, Kiyanûş Xusrewî Siyahbîdî, xelkê gundê Siyahbîdiya Serê yê Kirmaşanê, û Hamid Celîliyan li Girtîgeha Dîzilavayê ya Kirmanşahê hatin bidarvekirin. Hat ragihandin ku her du girtî berê bi tohmeta “kuştina biqest” ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya rejîma Îranê ve mehkûmî cezayê bidarvekirinê bûbûn.
Sibeha roja Yekşemê jî, 13ê Tîrmeha 2025an, Elî Mîrza Behramî, (32), xelkê Xuremavayê yê ku ji ber “madeyên hişbir” hatibû girtin û mehkûmî cezayê bidarvekirinê bûbû, li Girtîgeha Hemedanê hate bidarvekirin.
Hengawê tekez kir heta niha, ev bidarvekirin di medyayên bi ser rejîmê û yên bi ser Dezgeha Dadwerî ve nehatine ragihandin.
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.





