Biryara DYAyê ji bo normalîzekirina Iraq û Herêma Kurdistanê

Biryara DYAyê ji bo normalîzekirina Iraq û Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gaveke girîng ber bi normalîzekirina rewşa ewlehiyê li Iraqê avêtiye.

Wezareta Derve ya DYAyê ragihand ku rewşa awarte û "vekişîna personelên ne-esasî" li balyozxaneya xwe ya li Bexdayê û konsulxaneya xwe ya li Hewlêrê bi dawî kiriye.

Ev biryar tê wê wateyê ku personelên dîplomatîk ên ku berê ji ber fikarên ewlehiyê hatibûn vekişandin, wê vegerin ser karên xwe.

Berdevka Wezareta Derve ya DYAyê Tammy Bruce biryar piştrast kir û got, "Personelên me hêdî hêdî vedigerin ser karên xwe."

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.